Bi balafirên bêmirov gundê Mizgeftê yê Tirbespiyê hat bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker her ku diçe êrişên xwe li ser herêmê zêde dike. Dagirkeran gundên Tirbespiyê, Kobanê, Şehba û Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin. Di êrişa li ser gundewarê Tirbespiyê de, yek jê zarok 4 kes birîndar bûn.

Di seatên nîvro de balafireke biçek a artêşa Tirk a dagirker kargeha xwedîkirina mirîşkan li gundê Mizgeftê yê Tirbespiyê topbaran kir.

Li gundê Mizgeft yê Tirbespiyê yek jê zarok 4 kes birîndar bûn

Di êrişê de, yek jê zarok 4 kes birîndar bûne.

Navên birîndaran wiha ne: Ayşe Elî, Cewahir Mihemed, Sewre El-Meter û zaroka bi navê Rîham El-Elî.

Heman wextê dagirkeran çatrêya gundê Tewîl ê başûrê navçeyê, gundê Zor Ava û mezreyek li gundê Gir Siwar topbaran kirin.

Di encama êrişa ser mezeryê de, zirarên madî çêbûn û hejmarek sewalên gundiyan mirin.

Dagirkeran gundên Kobanê, Şehba, Til Temir û Eyn Îsa topbaran kirin

Gundên, Qeremox, Cêşan, Koran, Ziyaretê û Çelixlo yên bajarê Kobanê jî rastî topbaranê hat.

Dagirkerên Tirkiyê, gundên Bêlûniyê û Şêxa Îsa yên herêma Şehbayê jî topbaran kir.

Gundê Gozeliyê yê navçeya Til Temirê jî mîna her carê ji aliyê dagirkeran ve rastî ropbaranê hat.

Doh jî gundên Kobanê, Eyn Îsa û Til Temir bûn hedefa artêşa Tirk a dagirker.

Back to top button