Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mahir Ednan El- Berho, bi merasîmekê oxir kirin.
Merasîmê oxikirinê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê, hat lidarxistin.
Di merasîma de gelek kes axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û hat gotin:
Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine û QSD’ê li hember wê parastina şêniyan dike..
Piştî axaftinana, wesîqeya şehadetê ya Şehîd Mahir Ednan El- Berho hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd di nava tilîlî û durşmeyan de hat veşartin.