Artêşa Tirk a dagirker her ku diçe êrişên xwe li ser herêmê zêde dike. Dagirkeran gundên Kobanê, Eyn Îsa û Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêxlera jorîn, Zormaxar, Qeremox û Cêşan ên Kobanê bi çekên giran topbaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Xalidiye û Hiwêce yên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi hewanan topbaran kir.
Her wiha dagirkeriya Tirk gundê Til El Leben ê rojavayê navçeya Til Temirê jî bi çekên giran topbaran kir.