Îro salvegera 5. a rizgarkirina navçeya Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ`ê ye
Navçe 3 salan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ma.
Şervanên YPG û YPJ’ê ji bo rizgarkirina navçeya Til Hemîsê dest bi pêngava rizgarkirinê kirin û di 27`ê Sibata 2015`’ê de navçeya Til Hemîsê hat rizgarkirin.
Piştî paqijkirina navçeyê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê, şêniyên ku koçber bûbûn hêdî hêdî vegeriyan malên xwe.
Piştî vegerê, şêniyan dest bi rêxistinkirina xwe kirin û li gorî sîstema Rêveberiya Xweser komîn û meclisên xwe ava kirin.
Ev 5 salin şêniyên Til Hemîsê di nava aramî û ewlehiyê de dijî.