Komkujiya duh li Parîsê, hêrsa gel bilind kir. Li seranserî herêmê bi çalakiyan komkujiya li navenda Çanda Kurd hat şermezarkirin. Her wiha banga hesabpirsîna ji berpirsên komkujiya li Parîsê kirin.
Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî komkujiya li Parîsê meşiyan.
Piştî ku çalakî veguherî mêtingê daxuyanî hat dayîn û axaftin hatin kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cezîrê jî li Bajarê Qamişlo li dijî komkujiyê daxuyaniyek da û êriş şemezar kir.
- Amûdê
Hunermed û rewşenbîrên navçeya Amûdê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Horî li dijî êrişê daxuyaniyek dan .
Di daxuyaniyê de işaret bi komkujiya yekemîn a li Parîsê ya sala 2013’an hate kirin û hate gotin.
” Ev êriş berdewama siyasetên hedefkirina rêveberên civakê û gelê Kurd e”
- Til Koçer
Şêniyên navçeya Til Koçer jî bi meşekê êriş şermezar kirin.
Şêniyan diyar kirin ku divê hikûmeta Faransayê gelê kurd û saziyên wan ên li Faransa biparêze.
- Girkê Legê
Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê legê, Til-birak û Til-hemîs jî daxuyanî dan û êriş şermezar kirin.
- Hesekê
Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star a Hesekê jî daxuyanî dan û bang li hikûmeta Feransayê kirin ku êrişê zelal bike.
- Kobanê
Şêniyên Kobanê li dijî êrişa li Parîsê daketin qadan.
Şêniyan diyar kiri bi van sûcan ti carî îradeya gelê kurd têk naçe.
Tevgera Mezebotamiya ya Çand û Huner a Herêma Firatê jî li navenda xwe ya li Kobanê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî kurdan redkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî li dijî êrişê daxuyaniyek dan.
- Minbic
Şêniyên Minbicê jî bi xwepêşandanekê êrişa li Parîsê şermezar kir.
- Heleb
Saziyên sivîl ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên li Helebê jî daxuyaniyek da û diyar kirin ku ji ber dewleta tirk di warê leşkerî, siyasî û dîplomasî têk çûye van êrişên qirêj li dijî gelê kurd pêk tîne.