HDP: Divê rayedarên Fransî komkujiyê zelal bike

Hevserokên Giştî yên HDP’ê êrişa li Parîsê şermezar kirin û bang li rayedarên Fransayê kirin demildest qetlîamê zelal bikin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar têkildarî komkujiya li Parîsê bi fransî û tirkî daxuyanî dan.

Destpêka daxuyaniyê, Hevserokan xemgiya xwe anîn ziman û ev tişt gotin: “Di serî de em vê êrişa hovane bi tundî şermezar dikin.

Ji malbat û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Hêviya me ji rayedarên Fransî ew e ku demildest kiryar û êriş bên eşkerekirin û raya giştî bi awayekî zelal were agahdarkirin.

Yekane rêya pêşî-girtina li êrişên bi vî rengî yên nîjadperest wê ev be ku heqîqet tavilê ronî bibe”

Selahadîn Semîrtaş: Em ê şopdarê ronîkirina êrişa li Parîsê bin

Hevserokê giştî yê HDP’ê ê berê Selahattîn Demîrtaş jî ku girtiye, li ser hesabê xwe yê twîterê êriş şermezar kir û got: “Eşkerekirina êrişê ji her aliyê ve di bin berpirsyariya rayedarên Fransî de ye.

Emê şopdarê vê yekê bin”

Back to top button