Bafil Talebanî: Hêvîdarin ku demeke zû de edalet pêk were

Li dijî êriş û komkujiya li Parîsê li Başûrê Kurdistanê jî bertek bilind bûn. YNK, Tevgera Goran, Tevgera Azadî û serokê herêma Başûrê Kurdistanê nîçirvan Barzanî derbarê komkujiya li Parisê daxuyanî dan.

Li dijî komkujiya li Parîsê hêz û aliyên siyasî jî daxuyanî dan..

Serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî derbarê komkjiyê de got: “Dilê me bi malbatên qurbaniyan re ye, hêvîdarin ku di derbarê vê dozê de demek zû edalet pêk were.”

Tevgera Goran: Divê firansa ji bo parastina Kurdan mekanîzmeyên guncav pêk bîne

“Em êrişa terorîstî bi tundî şermezar dikîn, bang li Fransayê dikîn ku ji bo parastina Kurdan, navend û saziyên rewşenbîriyê, mekanîzmayên guncaf pêkbînin.”

Tevgera Azadî: Ev êriş li dijî hemû gelê Kurd e

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî ragihand ku komkujiya duh ya li Parisê hewleke din ya dewleta Tirk a dagirker e û ev êriş li ser hemû gelê Kurd e û ev bang kir:

“Welatê Fransayê divê berpirsên komkujiya li Parîsê eşkere bike û wan derxînin pêşberî dadgehê.”

Siyamend Muînî: Êrişa li Parîsê li dijî nasname û çanda Kurd e

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî jî diyar kir ku êrişa li Parîsê li dijî nasname û çanda Kurd e û got: ‘Dewleta Tirkiye teror û terorîzmê dişîne Ewropa û weke karteke zextê bi kar tîne.’

Nêçîrvan Barzanî: Em komkujiyê şermezar dikin

“Hêvîdarim ku rayedarên Fransayê dê edaletê ji qurbaniyan û malbatên wan re pêk bînin.”

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd: Divê Fransa rê li van êrişan bigre

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd jî bi peyamekê komkujiya li Parîsê şermezar kir û ji Fransayê xwest ku pêşî li êrişên bi vî awayî bigre.

Back to top button