Hikumeta Şamê bi çekan dest li xwepêşandanan werdide

Xwepêşandanên ku 20`ê Tebaxê li Siwêdayê dest pê kirin, hê jî dewam dikin.
Hat ragihandin ku Hikumeta Şamê bi çekan dest li xwepêşandanan werdide.

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR):

Hêzên hikumeta Şamê ji bo belavkirina xwepêşandêrên li bajarê Senemên ê bakurê Derayê gule li wan reşandine.

SOHR`ê ragihand ku hikumeta Şamê li bajarê Cermana yê gundewarê Şamê jî tevgerên xwe yên ewlehiyê zêdetir kirine.

Çalakgerên li Şamê jî bi rêya nivîsên li tevahî herêmên Şamê hatine belavkirin, piştgirî da van xwepêşandanan.

Çalakgeran li Şamê bi rêya nivîsandina li ser kaxizan ku duh li Ertos û Pira Reîs ′Beramkê′,

Someriyê û paytextê hatine belavkirin, piştgirî da xwepêşandanan.

Di nivîsan de hate gotin, “Bimire Esed”, “Hilweşe rejîma sûcdar” û”Ji me dûr bikeve, em dixwazin bijîn” û hwd hatin nivîsandin.

Xwepêşandan ji ber rewşa jiyanî ya xiarb û çaresernekirina aloziya Sûriyeyê ji aliyê hikumeta Şamê ve tên lidarxistin.

Greva giştî ya li siwêdayê di roja 6’an de ye

Back to top button