“Peymana Lozanê tinekirina gelê Suryan, Asûrî û Keldaniye”

Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn diyar kir ku para Peymana Lozanê ya li ser siyaseta înkar û tinekirina gelê Suryanî, Asûrî, Keldanî û Aramî gelekî mezin e.

Di daxuyaniya desteyê de hate ragihandin ku Qirkirina Seyfo ya sala 1915’an bi Peymana Lozanê re hate înkarkirin û hate gotin,

“Piştî vê peymana ku beriya 100 salî hate îmzekirin, ti ji dewletên garantor li rewşa gelê me nepirsî, her wiha li pêşiya êrîşan jî nebû asteng.

Tirkiyeyê gelê me koçber kir, bêwelat hişt, ji cih û warê wan kir, mehkûmî dîasporayê kir, pêşî li vegera li welêt girt, asîmîle kir

Li gel qirkirina fîzîkî hewl da ku qirkirina çandî bike û zimanê dayikê tune bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewletên ku mohra xwe danîn binê Peymana Lozanê ji bo berjewendiyên xwe, çavê xwe ji polîtîkayên qirkirinê yên Tirkiyê re girtin.

Desteyê bang li Îngilistan, Fransa û welatên din ên garantor kir ku neheqiya li gelê Suryanî hatiye kirin bi dawî bikin.

100 Saliya Lozanê li Mexmûrê bi daxuyaniyekê hate şermezar kirin

Back to top button