Desteya Tenduristî: 7 kesên din bi vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 7 kesan ji ber vîrua koronayê jiyana xwe ji dest dane û 37 kes jî bi vîrosê ketine.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê daneyên nû yên pêketiyên vîrosa koronayê daxuyaniyek da..

Desteyê eşkere kir ku 7 kesên din ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, 37 kesên din pê ketine û 2 kesî jî ji vîrosê rihet bûne.
Desteyê ragihand ku kesên bi vîrusê jiyana xwe ji dest dane, du kes li Hesekê, 2 li Qamişlo û 3 jî li Tebqayê ne..
Pêketiyên Koronayê jî 24 mêr in û 13 jin in.
Bi van daneyên dawî, hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa korona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 37 hezar û 70, hejmara miriyan hezar û 487, û 2 hezar û 510 kes jî baş bûne.

Back to top button