Li Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo konê çalakiyê hat vedan

Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dikin. Li bajarê Kobanê konê çalakiyê hate vegirtin û banga azadiya rêber Ocalan hat kirin.

Konê çalakiyê li Qada Şehîd Egîd ê bajarê Kobanê hate vegirtin.

Di çalakiyê de endama rêveber a Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn axivî diyar kir ku fikrên rêbertî kilîta çareseriya krîzên Rojhilata Navîn e, lewra fikra Ocalan dixwazin dorpêç bikin…

Macîde Hesûn da zanîn ku dem dema şikandina tecrîdê ye û azadkirina rêber APO ye.

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê jî daxuyaniyek da û bêdengiya dewletan a li hember tecrîda li ser rêber Ocalan şermezarkirin û bang li aliyên peywendîdar kirin ku bi erka xwe rabin.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê heya 21’ê vê mehê bidome.

Back to top button