Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li ser herêmê bê navber dewam dike. Dagirkeran vê êvarê taxên bajarokê Zirganê bombebaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê taxên rojava yên bajarokê Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.
Hat diyar kirin ku dagirker ji gundên Dawudiyê û Bab El-Xêr ên rojavayê bajarokê yên dagirkirî êrişan pêk tînin.
Ji ber topbaranê niştecihên taxê ji malên xwe derdikevin û berê xwe didin taxên rojhilatê bajarokê Zirganê.
Heta amadekirina vê nûçeyê jî topbaran berdewam bû.