Li Qamişlo bi hezaran kes meş lidarxistin û nameyek pêşkêşî NY kirin

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata welatparêz “Malbata Gulo” pêk anî, meşek lidar xist. Şêniyan di 40 rojiya her sê şehîdên komkujiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji sûcdaran bixwazin.

9`ê Mijdara borî li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dewleta Tirk a dagirker bi balafirê bi çek yê bêmirov li dijî endamên malbata welatparêz yên Gulo êriş pêk anî û komkujî kir.

Di encama êrişê de Apê Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn.

Di 40 rojiya şehadeta wan de , gelê Qamişlo û malbata Gulo, bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û darizandina sûc û binpêkirinên Tirkiyê meşek li dar xist.

Meş ji kolana Mûnîr Hebîb dest pê kir û ber bi avahiya NY`yê ya Karûbarên Penaberan a li bajarê Qamişlo ve çû.

Piştî ku meş gihişt pêşiya avahiya komseriya NY li wê derê daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî li ser navê malbata Gulo, Gulîstan Gulo xwend. 00026 dîmenê daxuyaniyê

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker, bi kirin û êrişên xwe yên li ser herêmê û li dijî gelên herêmê sûcên mirovahiyê dike û heta niha jî dewleta Tirk van sûcên dijmirovî li ser herêmê didomîne.

Dewama daxuyaniyê de rapor û daneyên rêxistinên hiqûqî ên navneteweyî yên derbarê sûcên dewleta Tirk de, hate bi bîr xistin û hate ziman, hêzên navdewletî li beramberî sûcên ku li dijî gelê Kurd têne kirin xwe kerr û kor dikin.

Lewra dewleta tirk bi rehetî sivîlên herêmê dike armanca êrişên xwe û komkujiyan pêk tîne.

Ferdên malbata Gulo, ji rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî xwestin lêpirsîneke zelal têkildarî sûcên dewleta Tirk de were vekirin û bang li hêzên navdewletî kirin ku ew amadene belgeyên li ser sûcên dewleta Tirk pêşkêş bikin û bibin alîkar.

Di dawiyê de malbata Gulo daxuyaniya xwe radestî komseriya Karûbarên Penaberan a NY kir.

Back to top button