Civîna salê ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê hat li darxistin

Îro Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo, civîna xwe ya salê li dar xist.

Civînê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo bi amadebûna 100 nûnerên saziyên tenduristiyê ya herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir..

Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger li vir axivî û rewşa siyasî ya herêmê û rola kadroyên tenduristiyê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, nirxand.

Her wiha Hevserokê Desteya Tendurisityê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa axivî û îşaret bi fedekariya xebatkarên tenduristiyê li hember vîrus Koronayê bi taybet kir..

Paşê, rapora Salê ji aliyê hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Dr. Îqbal El-Salih ve hat xwedin.

Her wiha sînevizyonek derbarê xebatên tenduristî li herêmê hat nîşandan..

Piştre, deriyê nîqaşan ji bo başkirina karê tenduristiyê hat vekirin, planên sala pêş hatin danîn…

Civîn, bi girtina gelek biryaran bi dawî bû.

Back to top button