Di 6’emîn salvegera qetilkirina wê de dayika Taybet, li navçeya Silopiya ya Şirnexê, hat bibîranîn. Di bîranînê de keça dayîka Taybet Halîme Înan got, dayika min dayika hemû Kurdistanê ye.
Di qedexya derketina derve ya sala 2015’an li navçeya Silopiya a Şirnexê, Dayika Taybet Înan di roja 5’an a qedexeyê de bi tiyê xwe Yûsif Înan re hatibû kuştin û 7 rojan cenazeyê wê li kolanan hatibû hiştin.
Di salvegera 6’emîn a kuştina wê de Rêxistina HDP’ê ya Silopiyayê, Dayika Taybet li cihê ku lê hatibû kuştin bi bîr anî.
Di bîranînê de Hevseroka HDP’ê ya Silopyayê Asûman Kûlter axivî û got:
“Heta ku kujerên dayika Taybet bên cezakirin em ê têbikoşin.
Piştre Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî û diyar kir ku kuştina dayika Taybet, nîşaneya dijminahiya bi gelê Kurd re ye û wiha got:
“Dayika Taybet bû rûmeta hemû gelê Kurd. Yên ku dayika Taybet kuştin, dijminê gelê kurd in.
Kesên ku li ser bedena dayika Taybet polîtîkayên qirêj dan meşandin û komployan pêk tînin ew in dijminê gelê Kurd.
7 roj û 7 şev bedena dayika Taybet li kolanê ma. Ji wê rojê heta niha welat di tarîtiyê de ye. Heta niha jî di vê kolanê de ew taritî heye.
Ev dewlet heger bixwaze bi gelê Kurd re jiyanekê ava bike, beriya her tiştî divê bi van komkujiyan re hevrû bibe.
Li ser qetilkirina dayika Taybet 6 sal derbas bûn, lê belê me ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.”
Paşê li ser navê malbatê keça Taybet Înan, Halîme Înan axivî û diyar kir ku ew ê wê rojê tu caran ji bîr neke û ev yek anî ziman:
“Dayika min serhildêr bû. Dayika min tu caran ji bîra min naçe. Dayika min dayika hemû Kurdistanê ye. Serê me tevan saxbe.”
Di dawiyê de hate gotin ku heya kujerên dayika Taybet werin dîtin ew ê têbikoşin.
Piştî axaftinan li ber wêneyê dayika Taybet qurnefil hatin danîn.



