Jinan bi çandiniya Sebzeyan rengê gundên xwe kesk kirine

Jinan bi keda destê xwe gundewarên Kobanê bi çandina berhemên Zivistanê xemilandine.Jinên Kobanê yên ku debara jiyana xwe bi çandiniyê dikin û li her derê rengê kesk belav kirine gotin:Ya ku bi hezkirin nêzî xwezayê dibe jin e. Ya ku hiştiye çanda çandiniyê ta roja îro bidome û pê re mijûl dibe jin e.”

Jin û xweza, du zindiyên ji hev nayên qutkirin e.

Lewma li seranserî cîhanê û di jiyanê de herî zêde jin bi xweza û çandiniyê re mijûl dibin.

Li gundewarên Kobanê şêniyên wê herî zêde debara xwe bi çandiniyê dikin.

Jina bi navê Zozan Şêxo ji gundê Siftekê ya li Rojavayê Kobanê ye.

Wê li kêleka mala xwe gelek cureyên şînatî û sebzeyan çandine.

Zozanê behsa bostanên xwe yên ku bi destê xwe çandiye kir û got:

“Gundê me dûrî Kobanê ye, dema ku tiştek ji me re pêwîst be em nikarin bi hêsanî biçin.

Ji bo vê me weke jin li gorî pêwîstiyên rojana û malên xwe sebze çandine. ”

Îslim Şahîn diya Zozanê ya 70 salî ji bo ku alîkariya cîranên xwe bike, ji pêwîstiya xwe zêdetir bostan di hewşa xwe de çandiye.

Dayê Îslim di dawiyê de anî ziman ku ew her sal baxçeyên havîn û zivistanê diçîne û diyar kir ku jin bi rihê xwe nêzî xwezayê dibe lewma herî zêde jin bi karê çandiniyê re mijûl dibe.

Back to top button