Serçeteyekî Misratayê: Tirkiye, şerê Lîbyayê bi rê ve dibe

Dewleta Tirk ku ne tenê weke alîkara hikumeta Wîfaqê tê dîtin, belê aliyekî sereke yê şerê li Lîbyayê ye jî.

Ev tişt, ji aliyê serçeteyekî komên Misratayê jî hat piştraskirin, ku dewleta Tirk operasyonên leşkerî bi tena serê xwe pêk tîne û hikumeta Wîfaqê agahdar nake.

Li gel aloziya Coronayê jî, hat eşkerekirin ku Rêxistina Ixwan el-Muslimîn bi bihaneya dermankirina nexweşan, 30 milyon dolar ji xezîneyên Lîbyayê dizîne.

Dewleta Tirk aliyê sereke yê şerê Lîbyayê ye..

Serçeteyê payebilind ê komên Misratayê Ferec Ixlîl, bi vê gotinê kûrahiya nakokiyên hundir ên di nava çeteyên dewleta Tirk de dikelin, eşkere dike..

Di daxuyaniyekê li ser rûpela xwe ya Facebookê de, serçeteyê komên Misratayê vê pirsê dike.

“Çima dewleta Tirk, hûrguliyên êrîşên asmanî ji xwe re dihêle û şanî berpirsên hikumeta Serac nake.. kî ji wan re armancan destnîşan dike, kî fermanan dide wan?”

Ixlîl da zanîn ku dornên Tirkî berpirsên rêz-êrîşên ku vê dawiyê li rojavayê Sêrt û rojhilatê Misratayê pêk hatin, bûn.

Heman tişt ji aliyê serçeteyê Odeya operasyonên hevbeş Osma el-Ciwêlî jî hat piştrastkirin.

Li gorî El-Ciwêlî, dewleta Tirk wan der barê operasyonan de agahdar nakin û ji çaxa hatiye ser kar, cihê ti deverê ji bilî Banka Navendî nas nake.

Serçete Ixlîl teqez kir jî ku istixbarta Tirk, operasyonên leşkerî bi temamî li Lîbyaye bi rê ve dibe.

Li her devera ku Tirkiye lê be, divê pirsgirêk û nakokî derkevin, ev li herêmên li jêr dagirkeriya wê li Sûriyê jî pir belî ye..

“Bi bihaneya Corona, Ixwan El-Muslimîn pereyên Lîbiyan didizin”

Dewleta Tirk, pereyên gelên Lîbyayê jî didize..

Li gel belavbûna Coronayê, rêxistina Ixwan el-Muslimîn pereyên Lîbiyan keysbaz dike.

Hinek çavkaniyên hikumî yên Lîbyayê ku nexwestin nasnameya xwe eşkere bikin, ev tişt bi belge piştrast kirine.

Ixwanan, bi bihaneya aloziya Coronayê, 30 milyon dolar, bi agahiya berpirsên wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Wîfaqê dizîne.

Li gorî hat ragihandin, fatoryên sexte ji bo dermankirina birîndar û nexweşên bi navên sexte, tên derxistin.

Tê zanîn, banka navendî li jêr destê rêxistina Ixwanan e.

Ji bo wan ji desthiltdariya abora welêt bixin, gelek caran xwepêşandin li dijî rêxistina Ixwan el-Muslimîn li dar ketine.

Back to top button