Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî tevahî gelên Sûriyê û têkoşîna têkbirina terorê ye.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.
Rêveberiyê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî herêmên rêzeqirkirina pêk tîne û dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ev êriş dewamiya êrişên salên borî ye û got:
“Armanc dagirkeriyê ji van êrişan ew e ku li herêmê bêîstîqrar û aloziyê çêke.
Her wiha bi van êrişên xwe, di serî de rêxistina DAIŞ′ê destekê dide terorîstan da ku ev kom xwe bi rêxistin bikin.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li hêzên navnetewî û tevahî aliyên li dijî DAIŞ′ê têdikoşin kir ku helwestekê li dijî van êrişan nîşan bidin.



