Xelkê Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Xelkê kantona Dêrazorê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin: “Ew ê her bihosteke xaka xwe bi saya fikrên şehîdan rizgar bikin, planên dijmin têk bibin û serketinê pêk bînin.”

Rêxistinên civaka demokratîk li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hermê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Di daxuyaniya Rêxistinan de hate diyar kirin ku ew li hember van siyasetên qirêj teslîm nabin û wê li kêleka hêzên xwe QSD′ê li dijî van êrişan bisekinin û soza şopandina rêya şehîdan û tolhildana wan didin.

Her wiha jinên li Dêrazorê jî bi daxuyaniyekî êriş şermezar kirin.

Jinên Dêrazorê diyar kirin ku ew ê li dijî faşîstê bisekinin û têkoşîna xwe li ser rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahî xakê û têkbirina planên dijmin bilind bikin.

Li herêmê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Back to top button