YE: Ji bo ragihandina agirbestê li Lîbyayê em amade ne

Yekîtiya Ewropayê amadekariya xwe ji bo piştgiriya agirbesta li Lîbayê teqez kir.

Wezîrên Parastinên yên YE, duh derbarê alozî û rewşa li Lîbyayê û tevgera Tirkiyê li Deryaya Spî de, civiyan..

Piştî civînê, YE bi daxuyaniyekê amadekariya xwe ji bo ragihandina agirbestê li Lîbayê anî ziman..

Ji bo operasyona Erini jî ya çavdêriya qedexekirina çekan bo Lîbyayê dike, YE destnîşan kir ku operasyona Yekîtiyê karîbû agahiyan der barê şandina çekan de kom bike û heya niha bêhtirî 10 raporên taybet ji tîma şarezayan a NY re hatine şandin.

Wezîrê Derve yê YE Josep Borrell diyar kir ku YE jê xwestiye ku hinek bijarteyan pêşkêş bike, da binêrin çawa Tirkiyê ceza bikin.

Borrell da zanîn ku heya niha cureyên van cezayan ne diyar in, ji ber hîna mijar tê lêkolînkirin.

Back to top button