Li Fransa xwepêşandanên li dijî reforma teqawidiyê

Hikumeta Serokomarê Fransa Macron heta niha nekariye dilê xwepêşandêran rehet bike.
Li dijî reforma teqawîdiyê ya hikumeta Macron, xwepêşandêr li paytext Parîsê kom bûn.
Bi sedan xwepêşandêran rêya ketina Mûzeya Louvre girtin.

Xwepêşandanên gelê Fransayê li dijî pêşnûmeya qanûna reformê ya bo teqawîdiyê kêm nabin.

Hikumeta Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, bêyî Meclisa Netewî, hewil da pêşnûmeya reformê bêxe meryetê.

Li ser vê, bi rojan e xwepêşander li qadan in.

Hikumet jî bi hinceta madeya 49 a benda 3. dixwaze pêşnûmeyê bê dengdanê bêxe meryetê.

Lê ya diyar Fransî li dijî vê pêşnûmeyê ne.

Ev du meh in kolanên welêt ji xwepêşanderan vale nebûne.

Li Parîsê xwepêşdanêran rêya ketina Mûzeya Louvre girtin

Li paytext Parîsê îro careke din bi sedan xwepêşander li ber Mûzeya Louvre kom bûn.

Xwepêşanderan li vir rêya ketina Mûzeyê girt.

Xwepêşanderan alên Konfederasyona Giştî ya Kedê (CGT) hilgirtin û bê navber druşme gotin.

Li ser malpera fermî ya Muzeya Louvreyê, derbarê mijarê de daxuyanî hat dayîn û hat gotin,

“Ji ber grevên li Fransayê, muze îro danê sibê nekariye deriyê xwe veke.

Ji ber bêzariya ku çêbû em lêborîna xwe dixwazin.

Ji bo têgihîştina we spas.”

Hikumeta Fransî hewil dide temenê teqawîtbûnê her sal 3 mehan zêde bike.

Bi vê yekê di sala 2027’an de temenê teqawîtbûnê dê bibe 63 sal û sê meh û di sala 2030 de dê bibe 64 sal.

Ji sala 2027’an û pê ve, ji bo kesek mûçeyê tam ê teqawîtbûnê bistîne pêwist e 43 salê kar qedandibe.

Back to top button