‘Hefteya Qehremaniyê’

‘Hefteya Qehremaniyê’.
Ji ber lehengiya pêşeng û fermandarên PKK’ê hatiye binavkirin.
PKK’ê ji 21’ê Adarê heya 28’ê Adarê weke ‘Hefteya Qehremaniyê’ ragihandiye.
Mezlûm Dogan û fermandarê efsaneyî Mehsûm Korkmaz bi nasnav Egîd şehîdên vê hefteya pîroz in.

‘Hefteya Qehremaniyê’

Ji berxwedana Mezlûm Dogan û fermandar Egîd afirî ye.

Di dîroka Kurdan de hemû roj, rojên serhildan, berxwedanê ne.

Yek ji damezirînerên PKK’ê Mazlum Dogan, li pêşberî zordaran gotibû:

“Li her devereke ku Dehakên zalim hebin wê Kawayên Hemdem jî hebin”.

Lewma Roja Newrozê 21’ê Adara 1982’an li dijî işkence û zilmê, li zindana Amadê ya herî zordar, bi 3 darikên kîbrîtê agir berda bedena xwe û agirê Newrozê gûr kir.

Kawayê hemdem Mezlûm Dogan Lehengê Hefteya Qehremaniyê

Lewra weke Kawayê Hemdem hatiye binavkirin.

Mazlûm Dogan sala 1976ʹan de tevlî koma îdeolojîk a PKK bûye.

Ew bû yê ku cara yekê li pêşberî dadgeha leşkerî ya Tirk a li Amedê bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” qêriya.

Îro bi vê dirûşmeyê, bi milyonan Kurd û gelên bindest li hemberî sîtemkaran li ber xwe didin.

Fermandarê Efsaneyî Egîd pêşenga pêngava serkeftî

28’ê Adarê jî Roja Şihadeta fermandarê efsaneyî Mahsum Korkmaz (Egîd) e.

Mehsûm Korkmaz yek ji damezrînerên Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) û pêşengên Pêngava 15ʹê Tebaxê ye.

15’ê Tebaxa 1984’an koma gerîla ya bi navê “14’ê Tîrmehê” bi pêşengiya fermandar Egîd li navçeya Eruh (Dihê) ya Sêrtê dijî bargehên leşkerî yên dewleta Tirk çalakiyek serkeftî pêk anî.

Ji wê demê ve êdî şerê çekdarî yê Gerîla dest pê dike.

Gelê Kurd û dostên xwe vê rojê jî weke ‘Cejna Vejînê’ pêşwazî dikin.

Fermandar Egîd, sala 1976ʹan bi rêya Mazlûm Dogan Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir.

Rihê fedekariyê ji hevlatiya wan di şihadeta wan de jî gihaşt hev.

Fermandar Egîd 28ʹê Adara 1986ʹan di şerê li hemberî artêşa Tirk a dagirker ê li çiyayê Gabarê de şehîd bû.

Her du leheng jî şehîdên meha Adara pîroz in.

Lewma PKK’ê, di kongreya xwe ya sêyemîn a1986 de biryar girt ku ji 21-28’ê Adarê wekî “Hefteya Lehengiyê” bê pêşwazîkirin.

Bi rihê fedekariya van qehremanan, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, rojane li hemberî çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bikaranîn, li ber xwe didin û destanan dinivisînin.

Back to top button