Parlementoya Iraqê îro civiya û civînê 40 deqe dirêj kir

Tevî aloziya siyasî ya li Iraqê û istîfaya parlementerên tevgera Sedir, civîna Parlamentoya Iraqê îro danê nîvro dest pê kir.

Civînê tenê 40 deqeyî dewam kir.

Komên PDK, YNK, Yekgirtû û Tevgera Nifşê Nû jî di nav de, 202 parlamenter tevlî civînê bûn û 64 kesan li şûna parlamenterên Tevgera Sedir ên istîfa kiribûn tevlî civînê bûn û sond xwarin.

Bi vê jî hêjmara hesên tevlî civînê bûn, 266 kes bûn..

Di civînê de deng li ser guhertina Desteya Serokatiya Parlamentoyê hatin dayîn.

Serokên komên partiyan daxuyanîyeke hevbeş dan û xwestin di demek nêz de hikûmet were avakirin, pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexda de were çareserkirin, qanûna neft û gazê were erêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku 73 parlementerên Koma Tevgera Sedir li ser daxwaza Muqteda Sedir îstîfaya xwe dan serokê parlementoyê û îstîfaya wan di 12’ê Hezîranê hate pejirandin.

Li gorî qanûnên Iraqê, divê cihê 73 parlementerên istîfakirî were dagirtin.

Back to top button