Hizbullaha Iraqê: Divê hêzên ewlehiyê ji dagirkeran re nebin mertal

Di saetên êvarê de êrîşên hemwext li ser herêma Kesk a li navenda Bexdayê û baregeheke asîmanî ya Iraqê ku tê de leşkerên Emerîkî hene, pêk hatin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê 2 top li nêzî sefaretxaneya Emerîkayê ya li herêma Kesk a li Bexdayê ketine.

Her wiha topek li taxa Cadiriyê ya li navenda Bexdayê ket, di encamê de 5 kes birîndar bûn, tevî ziyanên madî.

Di heman wextê de 4 fûzeyên ji cûreya Katyûşa li ser baregeha Beled a aîsmanî ku 100 KM metre dûrî Bexdayê ye, ketin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê di vê baregehê de leşker û balafirên Emerîkî hene.

Her wiha di çarçoveya rewşa ne aram de, Emerîka ewlehiya dîplomat, leşker û sefaretxaneyên xwe zêde kiriye.

Li aliyeke din çekdarên Hizbullaha Iraqê hişyarî da hêzên ewlehiyê yên Iraqê ku ji roja yekşemê ve, ne kêmî 1 KM be dûrî baregehên Emerîkî bikevin, ku tê payîn êrîşan li dijî van baregehan pêk bîne.

Fermandarê operasyonên Taybet ê Hizbullahê got: Divê saziyên ewlehiyê nehêlin ku endamên wan bibin mertalên zindî ji dagirkeriya xaçperestan re.

Leave a Reply

Back to top button