Daiş’ê karwanekî Rejîma Sûrî li nêzî Himisê kir hedef

Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê karwanekî hêzên rejîma Sûrî û çekdarên Îranê li ser riya Dêra Zor- Tedmurê bi mayînekê armanc girt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê yên şaneyên veşartî li bajarokê Sexna li nêzî gundewarê Humsê karwanekî rejîma Sûrî û çekdarên Îranê bi mayînekê kirin armanc.
Çavdêriyê diyar kir ku di encamê de hin leşkerên rejma Sûrî û çekdarên Îranê birîndar bûn.

Her wiha erebeya wan jî hat rûxandin.

Li aliyekî din çeteyên DAIŞ’ê û bi riya hisabê xwe yê Tîligramê ragihandin ku tenê di hefteya borî de wan li dijî rejîma Sûrî 5 êrîş pêk anîne.

Piraniya wan jî li çolistanên Dêra Zor û Humisê ne.

Leave a Reply

Back to top button