Dagirkeran gundewearê Eyn Îsayê topbaran kir û QSD’ê bersiv da

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin û QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa da bersiv da.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê depoya Qiz-Elî û gundên Hoşan, Xaldiye û Selîbî yên navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD jî di çarçoveya parastina rewa da bersiva êrîşan da.

QSD’ê deverên komên çeteyên dewleta Tirk li derdora depoyên Şergirakê kirin armanc.

Têkildarî encamê şer ti agahî nehatin parvekirin.

Duh êvarî jî Leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Eynî Îsa û Girê Spî topbaran kirin.

Leave a Reply

Back to top button