Newroz Uysal: Divê komîteya wezîran ya KE erka xwe bi cih bîne

Rêber Apo 22 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Ev tecrîd roj bi roj girantir dibe. Nêzî du sal in jî destûr nayê dayîn ku malbat û parêzer biçin Îmraliyê.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) piştî 7 salan wê serlêdana derbarê Rêber Apo û 3 girtiyan de bigre rojeva xwe.
Parêzera Rêber Ocalan Newroz Ûysal, got ew li bendê ne ku komîte li gorî armanc û erka xwe tevbigere.

Rêber Apo ku di encama komployeke navdewletî de hat girtin 22 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin.

Nêzî 2 sal in jî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) piştî 7 salan wê di civîna xwe ya 30 Mijdar-2 Kanûnê de wê serlêdana hin saziyan ya derbarê rewşa li Îmraliyê de bigire rojeva xwe.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, derbarê tecrîda li Îmraiyê, û serlêdana li Komîteya Wezîran a KE’yê hat kirin ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Newroz Ûysal anî ziman ku hevdîtinên parêzeran û malbatê, 22 sal in di gelek merheleyan re derbas bûne û di merheleya dawî de jî bi cezayên dîsîplînê yên 3 mehî û 6 mehî re rû bi rû mane.

Newroz Ûysal, diyar kir ku ji bo hevdîtinên malbatan û parêzeran pêk bên, bi awayekî rêk û pêk serlêdanan dikin.

Newroz bal kişande li ser cezayên dîsîplînê ku didin Rêber Apo û girtiyên din û wiha got, “Ev hincet hemû ji bo tecrîd bê pêkanîn tên kirin û di warê hiqûqî de nayê qebûlkirin.”

Parêzer Newroz ji bo binpêkirina mafên hevdîtina bi parêzeran, bi malbatê re, çalakiyên civakî, pêwendiya bi derve re û mafê tenduristiyê yên Rêber Apo û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê jî destnîşan kir ku ew vê yekê wekî tecrîdeke giştî bilêv dikin û got:

“Me ji bo vê serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) da û em li bendê ne biryarek bê dayîn.”

Parêzera Rêber Apo Newroz Ûysal destnîşan kir ku çendî ku serlêdanên wan piştî 7 salan bûne rojev jî, lê li bendê ne ku Komîte ji bo serlêdana têkildarî Rêber Apo li gorî pîvanên xwe tevbigere û helwesteke di vî warî de nîşan bide û got,

Em li bendê ne ku Komîteya Wezîran tevlî nav vê bazara siyasî nebe û êdî li gorî armanc û erka xwe ya sereke tevbigere.

Back to top button