Leyla Qasim ji tevahî jinên kurd û gelê xwe re bû mînaka berxwedanê

Jinên Îranê yên ji jiyana aborî bigire heta jiyana civakî û perwerdehiyê di bin zextên rejîmê de ne.
Li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî a li Rojhilatê Kurdistanê hêrsa gelê Kurd derket asta herî jor..Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” êrişa li dijî Jîna Emînî şermezarkirin.

Komara Îslamî ya Îranê yek ji wan welatên Rojhilata Navîn e ku rasterast mafê jinan asteng dike ye.

Ev sîstem di heyama çil salên derbasbûyî de, hewl daye ku bi zext, hovîtî, kuştin, lêdanê û darvekirinê mafê civakê û jinan bitebisîne.

Leyla Qasim yekem jina Kurde ku bi destê dagirkerên kurdistanê hat darvekirin.

Leyla di sala 1952’an de li gundê Bamîlî yê navçeya Xaneqînê ya Diyala di nava malbatek kurd û welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekiriye.

28’ê Nîsana 1974’ê Leyla Qasim li gel 4 hevalên xwe di encama operasyonek berfireh a hêzên leşkerî ya rejîma Bexdayê de hatin binçavkirin.

12’ê Gulana 1974’an de Leyla Qasim bê ku bibin dadgeha qanûnî bi cilên wê yê kurdî tevî hevalên wê, ew bi-darve dikin.

Reyhan Cebarî: Ger berdêla wê mirin be jî, divê mirov têbikoşe

Reyhan Cebbarî li Tehran a Îranê mîmara hundir bû.

Di sala 2007’an li hemberî îstîxabatê berê Murteza Abdulalî Serbendî ku destdirêjî lê kiribû, parastina rewa pêk anî û ew kuşt.

Reyhan dema tê girtin hîn 19 saliye.

Roja ku tê girtin wekî bertek pora jê dike.

Di 2009’an dadgerên rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birîn.

Jiyana azad di dilê Şêrîn Elemhulî de geş bû

Şêrîn Elemhulî jî 2008’an li dijî zilma rejîma Îranê biryar dide ku di nava balafirgeha paytexta Îranê Tahranê de çalakiyek fedayî bike.

Dema nêzî balafirgehê dibe, tê binçavkirin.

Di bin çavan de bênavber ji aliyê hêzên Îranê ve bi tundî tê îşkencekirin.

Der barê Şêrîn ya bi salan li girtîgeha Ewînê hat girtin de biryara darvekirinê tê dayîn.

Şêrîn û çar hevreyên wê bi sirûda ‘Ey Reqîp’ biryara rejîma faşîst a Îranê pêşwazî dikin û bi vê sirûdê diçin ber sêdarê.

9’ê Gulana 2010’an de tevî 4 hevalên xwe, Şêrîn tê darvekirin.

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji hemû mafê xwe bê pare

Zextên li ser girtiyan jî li Îranê dewam dike, bi taybet li ser girtiyan Siyasî Zeyneb Celaliyan.

Zeyneb Celaliyan gelek caran rastî sûcên dijî mirovahiyê li girtîgehê hat û ji hemû mafê xwe bê pare.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di salekê de 30 hezar zarok hatine zewcandin, biraniya wan jî bi kesên temen mezin hatine zewicandin.

Rejîma Îranê jina Lurd Jîna Emînî bi êşkenceyê kuşt

Komara Îslamî di salên dawî de ragihand ku cil û bergên îslamî wek cil û bergên bilind û jinên ku bi vê şêwazê cilûbergê ne razî ne, tên cezakirin.

Ji ber vê biryarê heta niha gelek jin li Îranê rastî êriş, tacîz û girtinê hatine.

Herî dawî Jina kurd Mehsa Emînî bi navê din Jîna Emînî tê naskirin, ji ber ku porê wê xuya dikir, Polîsên Îranê ew êşkence kirin.

Jîna ji ber êşkenceyê 3 rojan di nexweşxaneyê de li beşa awarte tê dermankirin.

Û 16’ê Îlonê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Bi hezaran Kurd ji bo Jîna Emînî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyana Azadî’ daketin qadan.

Û li hember sûcê li dijî wê bêdeng neman û dengên xwe bilind dikin.

Back to top button