YPG: Di êrişa dewleta Tirk de hevrêyên me Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku di êrişa dewleta tirk a dagirker ya di 16’ê Îlonê de li Eyn Îsa hevrêyên wan Fermandar Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos şehîd bûne.
YGP’ê ji malbatên şehîdan û gel re sersaxî xwest û soza serkeftinê û pêkanîna armancên şehîdan da.

Di 16’ê Îlonê de dewleta tirk a dagirker bi balafirên şer êriş biribû ser Eyn Îsayê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPG’ê ragihand di encama êrişa dewleta tirk a dagirker de Fermandar Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos şehîd bûne.

YPG’ê diyar kir fermandar Rojhat Karakoçan ji bo gelê xwe bênavber têkoşiya û li ser kesayet û têkoşîna wî wiha got:

“Bi taybet di şerê ku li hember hovitiya DAIŞ`ê hat meşandin de, têkoşîneke bênavber û bêhempa da meşandin.

Dema ku hovitîya DAIŞ`ê tirseke mezin li ser mirovahiyê ava kiribû, fermandar Rojhat di şikandina vê tirsê de rolek dîrokî lîst.”

YPG’ê anî ziman qadên azad ku li hember hovitiya DAIŞ`ê hatibûn parastin, vê carê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin û wiha got:

“Dewleta Tirk weke ku tola binketina DAIŞ`ê bigire, êrişê destkftiyên şoreşa Rojava kir.

Hevalên me û gelê me yê ku di têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabûn bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker.

Heval Rojhat jî wekî fermandarekî pêşeng bû hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker.”

YPG’ê têkildarî jiyan û têkoşîna Dogan Amanos jî ev tişt got:

“Hevrê Dogan di pêşxistina şoreşa Rojava de di her kêliya xwe yê têkoşinê de seknek kedkar û fedakar raber kir.

Ji bo ku gelê xwe û hevalên xwe biparêze, bi awayek fedayî şer kir û tekoşîn meşand.

Her wiha di serî de li berxwadana Efrînê, li hember êrişên dagirkeriyê jî her tim di eniya pêş de têkoşîn da meşandin û ji hevalên xwe re bû mînak.”

Di dawî de YGP’ê ji malbatên şehîdan û ji gel re sersaxiyê xwest û soza pêkanîna armancên wan û serkefitên da.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

  • Nasnav: Rojhat Karakoçan
  • Nav û Paşnav: Mehmet Gurbuz
  • Navê Dayikê: Kumriye
  • Navê Bav: Xeyrî
  • Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1980, Karakoçan
  • Cih û Dîroka Şehadetê: 16.09.2022, Eyn Îsa

  • Nasnav: Dogan Amanos
  • Nav û Paşnav: Mehmet Akyol
  • Navê Dayikê: Îlva
  • Navê Bav: Şerîf
  • Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1979, Îskenderûn
  • Cîh û Dîroka Şehadetê: 16.09.2022, Eyn Îsa
Back to top button