HPG’ê: Li Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin û di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
HPG’ê jî ragihand artêşa Tirk li bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî didomîne û diyar kir 32 caran qadên gerîla bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê li dijî gerîlayan çekên kîmyewî û qedekirî bikartîne ku li hemberî tevgera dagirkeriyê li ber xwe didin û wiha got;

“Çekên ku di asta navnetewî de hatine qedexekirin dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla bikartîne lê ti helwestek nayê nîşandan. Ev yek jî tê wateya piştgiriya bi dewleta Tirk a dagirker re.

Artêşa Tirk a dagirker ji ber vê bêdengiyê her roj zêdetir çekên kîmyewî bikartîne. Bi vê yekê jî dixwazin gerîla ku hêza parastina destketiyên gelê Kurd e tune bikin.”

HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 18’ê Îlonê li Qada Şehîd Adil ya girêdayî Çemço a li herêma Zapê, di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê li qadên Şehîd Felat û Şehîd Agir yên Girêdayî herêma Sîda bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bikevin nava çeperên şer.

19’ê Îlonê li qada Şehîd Adil ya girêdayî Çemçoyê tîmên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker xistin ku di nava tevgerê de bûn.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

HPG’ê: Dewleta Tirk 32 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de jî 18’ê Îlonê tîmên bi tevger dronek xistin xwarê ku li ser qadê digeriya.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 32 caran bi çekên kîmyewî, 34 caran bi helîkopteran bi dehan caran bi çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button