Guterres: Mixabin çapemenî li dijî Îslamê pêşdaraziyê pêşdixin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku dezgehên ragihandin û hinek kesên xwedî hêz pêşdaraziya li dijî mislimanan zêde dikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di organzesiyona Rêxistina Hevkariya Îslamî ya bi bûneya ” Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Îslamofobî ” de axivî.

Antonio Guterres bal kişand li ser rapora Meclisa Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser zêdebûna dijminahî û cûdabûna dijî Mislimanan.

Guterres got, ji ber cinis û bawerîya xwe jinên misliman 3 caran zêdetir rastî cudekarî û dijminayê tên.

Mixabin, dezgehên ragihandin û xwediyên desthilatê cûdahî û pêşdaraziya li dijî Misilmanan zêde dikin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres teqez kir ku netewperestiya etnîkî û neo-nazîzim ya ku di cîhanê de zêde dibe, bê tehemuliya li dijî misilmanan li gorî aliyên din.

“Em bibîr bênin ku gelek bêtehmulî di bîlançoyên fermî de dernakeve, lê kiryaryên bi vî rengî zîyanê digihîne rûmet û mirovahiya hevpar”.

Back to top button