Şêwermendê ewlehiya neteweyî yê Iraqê: Kampa Holê bobmeyeke li ber teqînê ye

Şêwermendê ewlehiya neteweyî yê Îraqê Kampa Holê weke bombeyeke li ber teqînê bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.

Bîroya Ragihandinê ya şêwermendê ewlehiya neteweyî ya Îraqê îro di daxuyaniyekê destnîşan kir ku şêwermendê ewlehiya neteweyî ya Îraqê Qasim El Eracî bi balyozê Amerîkî yê li Bexdadê Matthew Toler re hevdîtinek pêk anîn.

Şêwermendê ewlehiya neteweyî yê Îraqê Qasim El Eracî di hevdîtinê de metirsiya Kampa Holê anî ziman û destnîşan kir kamp niha weke bombeyeke li ber teqînê ye, ji ber 20 hezar zarokên Îraqî tê de hene.

Qasim Eracî diyar kir ger civaka navnetewyî vê pirsgirêkê çareser neke, wê ev zarok di pêşerojê de bibin DAIŞ’î û metirsiyeke mezin li ser Îraq û herêmê çêkin.

Back to top button