Girtina endamên HDP’ê qelsbûna demokrasiyê li Tirkiyê zêdetir dike

DYA, PE, û hin partiyên Siyasî yên li Tirkiyê nerazîbûn nîşanî doza derbarê girtina HDP’ê dan û diyar kirin divê êdî dest ji girtina partiyan were berdan. Hat gotin girtina HDP’ê gava dawî a ku diçe Dîktatoriyê ye.

Nerazîbûnên li dijî zext û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Partiya Demokartîk a Gelan HDP’ê zêde dibin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê diyar kir ku
ew destpêkirina hewldanên tunekirina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) dişopînin.

Ned Price got “Bi vê biryarê îradeya hilbijêrên li Tirkiyê û demokrasiya li welêt, qels dibe û bi milyonan welatiyên Tirkiyê ji hilbijartina nûnerên xwe bêpar dibin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bang li hikumeta Tirk kir ku li gorî destûra Tirkiyê û peymanên ku bi aliyên navneteweyî re hatine îmzekirin tevbigere û rêzê ji azadiya nêrînê re bigire.

PE: Girtina HDP’ê gava dawî a diçe dîktatoriyê ye

Parlamenterên Parlementa Ewropayê jî vekirina doza girtina HDP’ê û betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû şermezar kirin.

Parlementeran diyar kirin ev hewldan derveyî rêgezên demokrasiyê ku Tirkiyê qebûl kirine ye.

Hate gotin tevî ku pêvajoya hiqûqî neqediyaye jî, xistina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû ya bi fermana hikumetê fikaran zêde dike û wiha hat gotin,
“Siyasetmedarên hatine hilbijartin aîdî parlamentoyê ne, ne aîdî girtîgehê ne.”

Koma Dostên Kurdan a Parlementoya Ewropayê jî daxuyaniyek weşand û wiha got:

“Em doza girtina HDP’ê bi tundî şermezar dikin. Erdogan dixwaze partiyeke ku bi milyonan mirov deng didine qedexe bike. Ev hem derveyî hiqûqê ye, hem jî ne demokratîk e. Ev binpêkirina mafên sivîl û siyasî ye. Ev gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye. Divê Yekitiya Ewropayê li dijî vê kêfiyeta Erdogan a xeternak derkeve.”

Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî derbarê vekirina doza girtina HDP’ê de diyar kir Partiyên siyasî rêgeza jêveneger ên demokrasiyê ne û got:

“Partiyên siyasî yên gel piştevaniya wan dikin dijîn, partiyên siyasî yên gel piştevaniya wan nekin jî diçin sergoyê dîrokê. Ji ber wê yekê heke em demokrasiyê bi parêzin, em mecbûr in ku dest ji pêvajoya girtina partiyan berdin.”

Back to top button