QSD: Li Reqa operasyonek hevbeş tê lidarxistin

Navenda Raghandin û çapemeniyê derbarê tevgera hewayî ya li Reqayê de daxwiyaniyek da.

Navendê di daxwiyaniyê de ev agahî perve kirin:

“Yekîneyên Antî Teror (YAT) û Hêzên Koalîsyona Navdewletî operasyoneke hewayî ya hevpar li dar dixin.

Operasyon di çarçoveya şopandina şaneke çeteyên DAIŞ’ê ya li herêma Reqqayê ye.

QSD: Agahiyên berfirehtir wê demên pêş bên parvekirin

Dengên teqînên tên bihîstin di çarçoveya operasyona hevbeş de ye.”

Navendê eşekre kir ku agahiyên derbarê Operasyonê de wê piştre wê bi raya giştî re bên weşandin.

Back to top button