Li Silêmaniyê şehîd Şukrî Serhed û Rûheyv Ronahî hatin bibîranîn

Li Silêmaniyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed û Rûheyv Ronahî ku di encama êrişên dewleta Tirk de Şehîd bibûn bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li taxa Çarçira ya Silêmaniyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut bi nasnav Şukrî Serhed di çilrojiya şahadeta xwe de û Şehîd Rûheyv Ronahî jî di yekemîn salvegera şahadeta xwe de bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Gelek kes tevlî merasîma herdu şehîdan bûn:

Şehîd Rûheyv Ronahî di 27’ê Cotmeha 2019’an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibû.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed 17’ê Îlonê li taxa Çarçira dema ku diçû nexweşxaneyê ji aliyê endamên îstîxbara Tirk MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîd bû.

Lê heta niha jî kujerên Şukrî Serhed nehatine girtin.

Back to top button