Friday 2026/06/19
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Gelên herêmê dixwazin êdî statuya wan bi fermî bê naskirin

July 19, 2021
in KURDISTAN
A A
Li ser erdnîgarîyeke piçûk şoreşeke mezin pêk hat
Share on FacebookShare on Twitter

Îro Salvegera 9. ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Ev şoreşa ku li ser erdnîgariyeke piçûk hat kirin ji bo gelê Kurd û gelên herêmê xwedî wateyeke mezin bû û bandor li hemû cîhanê kir.Şoreşa ku bi derfetên kêm û berdêlên giran hat bi pêşxistin û parastin, îro jî bi êrîşên mezin re rû bi rû ye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin êdî ked û têkoşîna wan ya 9 salan di asta navnetewî de bê naskirin.

Di sala 2011’an de li hin welatên Rojhilata Navîn pêleke guherîn û veguherînê dest pê kir. Yek ji wan welatan jî Sûrîye bû ku bi salan ji aliyê desthilata Baas ya netewperest û şoven ve dihat birevebirin.

Di Adara 2011’an de li dijî rêjîma Baas li bajarê Derayê serhildanan destpê kir û gav bi gav li hemû Sûrîyê belav bû.

Gelê Kurd jî di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî û zanebûneke dîrokî rabû û li ser bingeha fikir û felseya Rêber Ocalan ku bi dehan salan li vê qadê bi pêşxistibû, kete nava tevgerê. Ji ber careke din mêzînên li herêmê diguherîn û divîyabû Kurdan jî bi dersên ku ji dîrokê girtibûn ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bi roleke çalak rabûna.

Bi vê bîr û bawerîyê Kurd li Sûrîyê ketin nava tevgerê û weke rêbaz jî xeta sêyemîn dan pêşîya xwe. Ew jî xeta netewa demokratîk bû.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê çirûska vê pêvajoyê hat pêxistin. Kobanê di alîyê sembolîk de jî xwedî wateyeke cuda bû. Kobanê cihê yekem bû ku hembêza xwe li ber Rêber Ocalan vekiribû.

Şoreşa Rojava ya ku li Kobanê destpê kir di demeke kurt de dest bi avakirina rahendên wê yên civakî hat kirin. Di şoreşê de jin bi roleke pêşeng rabûn, ji lewra weke şoreşa jinan jî hat binav kirin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê di alîyê bandora xwe de di asta şoreşa 17’ê Cotmehê ya Rûsyayê û Şoreşa Fransayê de hat pênasekirin.

Tevî ku hê di salên destpêkê yên şoreşê de êrîşên ji bo têkbirin û fetisandinê hatin destpêkirin jî lê gelê Kurd bi hemû hêza xwe bersiva êrîşan da, xwedî li şoreşa xwe derket û ew parast.

Piştî demeke kurt jî bingeha xwe ya civakî xurt kir û gav bi gav sazûmanîya xwe avakir. Şoreş êdî bû şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û gelên din jî beşdarî şoreşê bûn.

Her ku êrîşên li ser şoreşê zêdetir bûn gelên cîhanê jî piştgiriya şoreşê kirin û bi hezaran kes jî hatin beşdarî şoreşê bûn ew parastin. Bi vê taybetîya xwe jî bû şoreşeke cîhanî.

Tevî ku 9 sal li ser şoreşa 19’ê Tîrmehê re derbasbûne, lê hê jî her roj bi berdêlên giran naverok û bandora xwe mezin dike û pêşdikeve.

Ev şoreş ku îro bi beşdarîya gelên din yên Bakurê Sûrîyê di şexsê Rêveberîya Xweser de şênber bûye, ji bo demokratîkbûna Sûrîyê mînak û modela sereke ye.

Di salvegera 9’an ya şoreşê de êdî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwazin ked û têkoşîna wan ya 9 salan û berdelên giran ku dane şênber bibe û veguhere statuyeke fermî.

Ji lewre jî dixwazin ku Statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fermî bê naskirin.

https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2021/07/dosya-7201.mp4
Previous Post

HPG: Gerîla li Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran xistin

Next Post

Berxwedana zindanan, Mexmûr û Yewnanistanê bi biryardarî didome

Weşana girêdayî

Aloziya di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de
KURDISTAN

Hewlêr û Bexdayê li ser sîstema asycuda lihevkirinek îmze kirin

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeyek Enks’ê kir
KURDISTAN

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeyek Enks’ê kir

Tulay Hatîmogullari serdana girtîgeha Sîncanê kir
KURDISTAN

Tulay Hatîmogullari serdana girtîgeha Sîncanê kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye