HPG: Gerîla li Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran xistin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya pêngavên şoreşger de rojane derban li artêşa Tirk a dagirker didin.
HPG’ê ragihand gerîla li Avaşînê bi çekan giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. HPG’ê diyar kir dagirkeran bi gaza jehrî û teqemeniyan êriş kirin lê tu encam bi dest nexistin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin û gerîlayên azadiyê jî bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê li dagirkeran xist û ev agahî parve kir;

“Li çeperên şer û tunelên qada Werxelê berxwedana dîrokî ya hêzên me didome. 18’ê Tîrmehê dagirkeran bi gaza jehrî û teqemeniyan êriş kirin lê tu encam bi dest nexistin. Heman rojê li qada Girê Silêman bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.”

HPG’ê destnîşan kir 19’ê Tîrmehê li qada Girê Sor dema ku dagirkeran xwestin nêzî çeperên şer bibin li wan hate xistin û dagirker neçar man paşve vekişin.

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêmên Heftanîn û Metînayê jî li dagirkeran hate xistin.

Hat diyar kirin 17’ê Tîrmehê li qada Girê Dûpişk a herêma Heftanînê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

HPG’ê destnîşan kir 18 û 19’ê Tîrmehê herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin di van êrîşan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button