Berxwedana zindanan, Mexmûr û Yewnanistanê bi biryardarî didome

Berxwedana li zindanên dewleta Tirk ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo, bi biryardariyeke xurt 235 roj in dewam dike.
Malbatên girtiyan jî dan zanîn ku divê di cejnê de bi tedbîrên pêwîst hevdîtina vekirî bi girtiyan re pêk were.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Berxwedan bi koma 47’an di roja 235’an de ye.

Li gel vê çalakiya piştevaniya li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî 214 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya grevê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê pêk tê û ji pênc rojan carekê bi dorveger dewam dike.

Çalakî di roja 197’an de dewam dike.

”Divê di cejinê de bi tedbîrên pêwîst hevdîtina vekirî bi girtiyan re pêk were”

Ji destpêka pandemiyê ve, hevdîtinên vekirî li girtîgehan nehatine pêkanîn.

Guler Yuksekbag ku yek ji xizma girtiyan e, bang kir ku hevdîtinên vekirî yên salek û nîv pêk nehatine di vê cejnê de pêk werin.

Guler bal kişand ser girtiyan ku di bin navê nexweşiya pandemiyê de çalakiyek wan a civakî nemaye û diyar kir ku hevdîtinên vekirî jî yek ji wan e.

Guler got ku pêwîst e ji bo me û girtiyan tedbîrên pêwîst werin girtin û hevdîtina vekirî pêk were.”

Back to top button