The Atlantic: Vekişîna Emerîka ji herêmê zemînek ji zindîbûna DAIŞ’ê re ye

Roj bi roj hişiyariyên der barê vegera çeteyên DAIŞ’ê de zêdetir dibin.
Di vê derbarê de Kovareke Emerîkî têkildarî vegera DAIŞ’ê li herêmên ku lê têk çûye raporek amade kir.
Di rapora kovarê de tê destnîşankirin ku tevî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî jî, lê hîna metirsiya vegera DAIŞ’ê li ber çavan e.
Kovar dibêje ku” Vekişîna Hêzên Emerîkî ji Sûriyê rê li ber derketina DAIŞ’ê bi nifşekî nû vekir.

 

Kovara Emerîkî ya bi navê The Atlantic têkildarî zindî bûna DAIŞ’ê bi amadekirina raporekê şiyarî da.

Li gorî rapora Kovarê tevî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî, lê egera vegera û bihêzbûna DAIŞ’ê hîna pêkan e û wiha tê gotin:

Bi kuştina Bexdadî re egera zindîbûna DAIŞ’ê xurtir bû.

Zemîna derketina DAIŞ’ê beriya 2014’an hebû.

Avakerên zemînê jî Qa’îda û komên terorîst bûn.

Tevî ku DAIŞ rûbereke bi qasî rûbera Birîtaniyayê ji dest da, lê heta niha bi hezaran ji endamên wê li Sûriyê û Iraqê çalak in.

THE ATLANTIC: BI KUŞTINA BEXDADÎ DAIŞ DEST BI QONAXEKE DIN DIKE

Kovarê jî weke gelek şîroveyên beriya xwe zindîbûna DAIŞ’ê bi biryara serokê DYE Donald Trump a vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûriyê ve girê dide û dibêje:

Vekişîna hêzên Emerîkî ji herêmê tevliheviyek derxiste holê.

Trump bi kuştina Bexdadî ragihand ku cîhan êdî bi ewle bû, lê tevî wê jî hin berpirsên Emerîkî metirsiya xwe ji qonaxa piştî kuştina Bexdadî re anîne ziman.

Kovar di rapora xwe de balê dikşîne ser paşguhkirina civaka navdewletî ji mijara qurbaniyên kirinên DAIŞ, girtiyên DAIŞ’î û her wiha malbat û zarokên DAIŞ’î û tekez kir ku ev yek zemînek ji vegera DAIŞ’ê re ye.

THE ATLANTIC: PAŞGUHKIRINA MIJARA GIRTIYÊN DAIŞ’Î XETERÎ YE

Di dawiyê de Kovar di raporê de hişyariya xeteriya vekişîna hêzên Emerîkî ji herêmê dide xuyakirin û diyar dike ku ev vekişîn û paşguhkirina mijara çeteyên DAIŞ’î yên girtî rê li ber derketina nifşekî nû ji DAIŞ’ê vedike.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close