YPJ: Em ê destkeftiyên têkoşîna jinan biparêzin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin-YPJ û Meclîsa Jin a PYD bi munasebeta 25ê Mijdarê daxuyanî dan û destnîşan kirin ew ê bi her awayî li dijî dagirkeran têbikoşin û destketiyên têkoşîna jinan biparêzin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin-YPJ destnîşan kir ku bi êrîşên dagirker yên dewleta Tirk hemû kirinên DAIŞ’ê ku ev bi salan e li dijî wê şer dikin dubare dibin.

YPJ diyar kir ku ji bo 25’ê Mijdarê bibe destpêkek nû pêdivî bi têkoşîn, rêxistin û yekîtiyeke xurt ya jinên cîhanê heye.

YPJ di daxuyaniyê de tekez kir ku wê têkoşînê bi rihê Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde, Amara Rênas û Xwişkên Mîrabel, bidomîne û weha got:

“Ji bo em destkeftiyên tekoşîna jinan biparêzin, çi berdêl ji me tê xwestin em ê bidin. Em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û tekoşîna xwe bilind bikin.

MECLISA JINAN A PYD’Ê: ŞOREŞA JINÊ BIPARÊZIN
Meclisa Jinan a PYD`ê jî destnîşan kir ku bi têkoşîna YPJ û hemû jinan şoreşa jin a Rojava pêk hat û li dijî tarîtiya DAIŞ`ê bû mîrasekî navdewletî, lê dewleta Tirk şoreşa jin hedef girtiye.

Meclîsê diyar kir ku êrîşên dagirker yên dewleta Tirk berdewama DAIŞ’ê ye û jiyana hemû jinan dixe xetereyê û bang li jinan kir ku şoreşê biparêzin li dijî dagirkeriyê bikevin nav tevgerê.

Leave a Reply

Back to top button