HPG: Di êrîşa Tirkiyê de gerîla Agît Garzan şehîd bû

Hêzên Parastina Gel HPG’ê ragihand ku di êrîşa Tirkiyê ya pêr li ser sînorên Sîdekan a Başûrê Kurdistanê gerîlayek wan şehîd bû û nasnameya wî eşkere kir.

11’ê Tebaxê dewleta Tirk bi balafiran êrîş bir ser sînorê herêma Sedekan a Hewlêrê, di encamê de hat ragihandin ku 3 pasvanên sînor ên Îraqî, ku di nava wan de 2 serbazên payebilind in, jiyana xwe ji dest dane.

Doh HPG’ê eşkere kir ku di vê êrîşê de gerîla şehîd bûye.

Îro jî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir.

HPG’ê eşekre kir ku gerîlayê şehîd bûyî Agît Garzan e ku di nava Fermandariya Eyaleta Xakûrkê de cih digirt.

Back to top button