Welatên Ereb: Divê êrîşên Tirkiyê rawestin

Derbarê êrîşên Tirkiyê ser hêzên Iraqê, gelek welatên Ereb bertekên xwe nîşan dan û piştgiriya xwe bi Iraqê re ragihandin.

Îro jî, Hikûmeta Iraqê li dijî binpêkirinên Tirkiyê banga hevgirtina welatan Ereban kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên, derbarê êrîşa dawî ya Tirkiyê li ser hêzên Iraqê bi Sekreterê Giştî yê Komkrara Erebî, Ehmed Ebû El-Xeyz û bi hempîşeyên xwe yên Misir, Urdin, Siûdiyê û Kuweytê re bi riya telîfonê axivî.

Fûad Hisên ji bo pêşîlêgiritna êrîşên Tirkiyê banga hevgirtina welatên Ereban kir û daxwaza kir ku bi helwestekî hevpar li dijî Tirkiyê rawestin, daku hebûna wê li tevahiya Iraqê were bidawîkirin.

Her wiha aliyan êrîşên Tirkiyê ser xaka Iraqê şermezar kirin û bang li Tiriyê kir ku hemû operasyonên xwe li Iraqê rawestîne.

Aliyan teqez kir ku ew piştgiriyê didin tevgera Iraqê ya ji bo parastin û ewlehiya welat.

Ebû El-Xeyz: Li dijî Tirkiyê wê helwestên hevpar derkein

Sekreterê Giştî yê Komkrara Erebî, Ehmed Ebû El-Xeyz got, wê di dema pêş de, wê li dijî destwerdanên Tirkiyê di karûbarên welatên Ereban de helwestên hevpar derkevin.

Fransayê êrîşên Tirkiyê şermezar kirin

Wezareta Derve ya Fransyê îro bi daxuyaniyekê êrîşa Tirkiyê ya dawî li dijî hêzên Iraqê şermezar kir û bi pêşketineke xeternak bi nav kir.

Tirkiyê di berdewama operasyonên xwe li Iraqê teqez kir

Li aliyê din jî, Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê teqez kir ku wê ji bo parastina sînorên xwe, êrîşên li Iraqê bidomîne.

Dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka Iraqê carke din hebûna gerîla destnîşan kir.

Piştî vê daxuyaniya Trkiyê careke din çav vegeriya li ser Iraqê ka wê helwestek çawa nîşa bide.

Back to top button