Mazlûm Ebdî: Ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê re tune

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî derbarê teqîna li Stenbolê de li ser hesabê xwe yê Tiwiterê daxuyaniyek da û eşkere kir ku ti têkiliya wan bi bûyerê re tune.
Yekîneyên Parastina Gel diyar kirin ku desthilat Tirk dixwaze bi sînaryoyên derew, teqînê bi hêzên me ve girê bide.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û got:

“Em diyar dikin ti têkiliya hêzên me bi êrişa li Stenbolê tune û em îddîayên li ser hêzên xwe red dikin.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji kesên ku jiyana xwe ji dest daye re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.

YPG: Tewankirina hêzên me bi teqîna Stanbolê durî rastiyê ne

YPG’ê jî derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî da û diyar kir ku idiayên dewleta Tirk yên derbarê teqîna duh li bajarê Stenbolê ne rastin û got:

“Ti têkiliya me bi êrişê re tune ye û em van êrişên ku sivîlan dikin hedef şermezar dike.

Em pabendî nirxên gelê xwe û şoreşa xwe ne û em ê her dem li dijî dîktatorî û terorê têbikoşin.”

Back to top button