NPG Li ser bûyera Stenbolê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel diyar kir ku tu eleqeya wan bi teqîna duh li Taksîma Stenbolê çêbû re tune.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel girêdayî teqîna li Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya fermandariya NPG’ê de hat gotin:

“Beriya her tiştî em sersaxiyê ji xizmên kesên di teqîna li Stenbolê de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re şifay xêrê dixwazin.”

NPG: Ti Têkiliya me bi teqîna li Stenbolê re tune

NPG diyar kir ku gelê me û raya giştî ya demokratîk dizane ku tu têkiliya me bi vê bûyerê re tune, em sivîlan nakin hedef û êrişên li dijî sivîlan jî qebûl nakin û got:

“Bi perspektîfa ku em dixwazin bi civaka Tirkiyê re siberojeke hevpar, demokratîk, azad û wekhev ava bikin, em tevdigerin.

NPG: Em êrişên li dijî sivîlan qebûl nakin

Eşkere ye ku li hemberî têkoşîna me ya rewa rejîma AKP û MHP’ê teng dibe û tişta ku hatî kirin, nîşaneya destpêka planeke tarî ye.

Di vî warî de girîng e ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê û raya giştî vê pêvajoya tarî bibînin, ji bo ku ev bûyer were eşkerekirin têbikoşin.”

Back to top button