Li dijî çekên kîmyewî bertek zêde dibin

Çalakvanên mafê mirovan li Iraqê Hebîb Ebid derbarê êrişên dewleta Tirkiye bi gazên qedexe got:; “Pêwîste Tirkiye were cezakirin.”

Çalakvanê mafê mirovan yê Iraqî Hebîb Ebid derbarê êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyawî ji Rojnews re axivî.

Hebîb Ebid: Divê Tirkiye were darizandin

Hebîb Ebid diyarkir ku hemû belge û rapor ispat dikin ku Tirkiya di êrişên ser Başûrê Kurdistanê de gazên jehrî bikartîne û got: “Pêwîste Tirkiye were cezakirin. Ew bi vê yekê hemû yasayên navnetewî yên mafên mirovan binpê dike.”

Hebîb Ebid bang li Hikumeta Iraqê kir ku li hemberî êrişan pêngavên pratîk bavêje.

Back to top button