Teqîna li Stenbolê: 6 Kes mirin, 53 jî birîndar bûn

Li bajarê Tirkiyê Stenbolê doh teqînek rû da.
Di encamê de 6 kas mirin û 81 kes jî birîndar bûn.
Û weke her carî, dîsa Erdogan û rêjîma wî ji vê êrişê Rojavayê Kurdistanê berpirsiyar nîşan dan.
Li gorî şîroveyan, dewleta Tirk dixwaze bûyerê bike hinceta êrişeke nû li dijî Kobanê.

Doh êvarê li Meydana Taksîm ya bajarê Stenbol ê Tirkiyê, teqînek rû da.

Li gorî agahiyên rayedarên Tirk di bûyerê de 6 kes mirin û 81 jî birîndar bûn.

Di serî de Erdogan, berpirsên Tirk pêşî ragihandin ku ew nikarin bêjin bûyer encama êrişeke terorê ye.

Tevî vê jî pêşî parêzera binavê Jiyan Tosun weke hedef hate nîşandan.

Ji bo rastiya meselê dernekeve holê, hukûmetê yekser qedexeya weşanê û parvekirinê tevna civakî ferz kirin.

Tirkiyê amadekariya tevgereke nû ya dagirkeriyê dike 

Vê sibê jî Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu îdîa kir ku bûyer ji aliyê PYD’ê ve hatiye organîzekirin.

Pêşî îdîa kirin ku êriş li Kobanê hatiye organîzekirin.

Paşê neçar man ku vê îdîaya xwe bugherin û gotin,

Jina binavê Ehlam El Beşîr a ji bajarê Idlibê ye ji aliyê YPG ve hatiye perwerdekirin û ew ji Efrînê derbasî Stenbolê kirine.

Îdîayên dewleta Tirk bi xwe re ev pirs xistin rojevê;

  • Madem Ahlam El Beşîr endameke îstîxbarata YPG’ê ye, çawa dikare piştî teqînê bi rehetî biçe mala xwe?
  • Ji ber çi pêwîstî pê nedît ku piştî teqînê xwe veşêre?
  • Di wextekî de ku dewleta Tirk li benda hincetên êrişa li dijî Rojava ye, ji ber çi YPG’ê di pêvajoyeke wiha de êrişî sivîlan bike?
  • Hem Idlib û hem jî Efrînê, di bin dagirkeriya dewleta Tirk û El Nusra de ne, ango li van herdû herêman YPG’ê tine ye.
  • Di rewşeke wiha de YPG’ê çawa dikare li Idlibê jineke perwerde bike û wê bighîne heya Stenbolê?
Back to top button