Îranê dîsa êrişî hêzên Rojhilatê Kurdistanê kir

Artêşa Îranê îro careke din navendên hêzên Kurdî yên Rojhilat ku li Başûrê Kurdistanê ne bombebarankir.
Li gorî encamên pêşî, di êrişî de kesekî jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn.

Vê sibê saet li 8 û nîvan, navendên Hizbî Demokratî Kurdistan-Îran û Komele bûn armanca êrişên artêşa Îranê.

Êrişa bi moşekan li dijî baregehên herdû partiyan ên li navçeya Koyê pêk hat.

Li gorî çavkaniyên herêmî, herî kêm 5 moşek li avahiya Hizbî Demokratî Kurdistan-Îran ketin.

Îranê êrişî Koyê kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 8 birîndar bûn

Wezareta Tendirûstiyê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî êrişî daxuaniyek da û got;

Kesekî jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn.

Li gundê Zirguwêz yê girêdayî Silêmaniyê jî navenda Komele bû armanca êrişa artêşa Îranê.

Lê têkildarî encamê ti agahî nehatin parvekirin.

Hemwextê van êrişan, li herêma Bradost jî Zozanên Seqer û Berbizinan bûn armanca topbaran artêşa Îranê.

Back to top button