Nobeta Edaletê li 6 bajaran dewam dike

Li Mêrdîn, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Amed û Wanê çalakiya nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dewam dike.
Ji her çalakiyekê re serdan hat kirin û çalakvanan diyar kirin ku amanca wan ya sereke şkandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya rêber Abdulah Ocalane.

Berxwedana Greva Birçîbûnê ya girtiyên siyasî li 106 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di roja 44’an de didome

Ne tnenê li Girtîgehan ev berxwedanî heye, li derve jî bi pêşengiya dayikan têkoşîna Edaletê didome.

Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatî destpêkirin di roja xwe ya 3’emîn de ye.

Di nobeta duh de çalakvanan diyar kirin ku daxwaza wan ya serke azadiya fîzîk ya rêber Apo ye.

Çalakiya nobetê ya li Edenayê jî 36 roj li dû xwe hişt.

Gelek kesan serdana çalakiyê kirin û peyama mezinkirina piştevaniyê dan.

Mêrsînê..Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê serdana çalakiyê kirin.

Dayika girtiyan Zelîha Kaya daxwazên xwe wiha anî ziman:

Yek ji bajarên din yên ku çalakiya nobetê lê didome Stanbole.

Endamên Meclisa Ciwanên DEM Partiyê û gelek kesan serdana çalakiyê kirin.

Ciwanan bi çepik û dirûşman li gel dayikan stranên kurdî gotin.

Di roja 35’emîn a Nobeda Edaletê ya li Wanê jî heman daxwaz hebûn.

Çalakvana Nobetê Salîha Yazici di çalakiyê de axivî û got, em aştî û azadiya rêberê xwe dixawzin.

Li bajarê Amedê 37 rojin bi biryardarî nobet tê girtin.

Dayikan bi kilamên xwe kurdistan wesif kirin.

Piştî 6 bajaran li Mêrdînê jî çalakiya Nobeta Edaletê dest pê kirin

Back to top button