Cemal Şêx Baqî: ENKS li dijî doza gelê Kurd kar dike

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê – PDKS Cemal Şêx Baqî diyar kir ku gelê Kurd nema kare ji hevalê kujerê xwe tiştekî bawer bike,
Cemal Şêx Baqî diyar kir ku mijar û doza şêniyên Efrînê ne konek an jî malek e, doza wan doza welatekî dagirkirî ye.

ENKS’ê piştevaniya dewleta Tirk dike û hewl dide vê dozê ji holê rake.

Dewleta Tirk a qirker herêmên kurdan dagir kir, sûc dijmirovahiyê di heqê wan de dike û bi milyonan da koçberkirin.

Li gel van kirinan ya herî xirab jî partiyeke ku xwe wek kurd dihesibîne îro dixwaze van kirinên dewleta Tirk rewa nîşan bide.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê – ENKS’ê hîn jî di rewakirina sûcên dewleta Tirk de israr e.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê – PDKS Cemal Şêx Baqî têkildarî sekna ENKS’ê de axivî.

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku ENKS’ê bi gotina ewlehî li herêmên dagirkirî heye, dagirkirina herêmên kurdan rewa dike.

Şêx Baqî ev pirs kir:

“Cima di destpêkê de ENKS’ê venagere cihên dagirkirî”?

Şêx Baqî destnîşan kir ku mijar û doza şêniyên Efrînê ne konek an jî malek e, doza wan doza welatekî dagirkirî ye.

Cemal Şêx Baqî eşkere kir ku gelê Kurd nema kare ji hevalê kujerê xwe tiştekî bawer bike.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê – PDKS Cemal Şêx Baqî di dawiyê de da xuyakirin ENKS’ê bi rêya bikaranîna xeta neteweyî ya Kurdî îdia dike ku ji bo mafên gelê Kurd tê dikoşe.

Lê di rastiyê de xizmeta dijminên kurdan dike.

Back to top button