NY: Nava 50 salan de zêdetirî milyonek kes li iraqê wenda bûne

NY di raporekî xwe de ragihand ku di nava 50 salan de zêdetirî milyonek kes li Iraqê wendabûne.

NY derbarê kesên windabûne raporek weşand.

Di raporê de, ragihand ku di nav welatên cîhanê de, herî zêde mirov li Iraqê winda bûne.

NY wek sedem jî dibêje, ji ber ku di nava 50 salan de ji ber şer, alozî, rejîma Sedam Hisên a dîktator milyonek kes winda bûne.

Li gorî raporê windakirinên mirovan di serdema Rejîma Baasê ya sala 1978’an, heya 2003’an destpê dike û heya xwepêşandanên dijî hikumet yên di sala 2018 û 2020’an de dewam kirine.

Li Iraqê nêzî 690 hezar kes hatine windakirin, ji vane nêzî 100 hezar kes Kurdin.

Piştî sala 2003’an destpêkirina destwerdana Emerîka ya ser Iraqê, 200 hezar Iraqî hatine binçavkirin û di girtîgehên Emerîka û Brîtanyayê dene.

Di raporê de hate gotin ku pêla windakirinan, carek din di serdema DAIŞ’ê de destpêkiribû.

Her weha tê gotin; “Bi sedan malbat hîn jî li pey xizmên xwe digerin ku guman dikin di wargehên Tirkiye, Suriye yan jî Îranê de bin.

Back to top button